Trump: Hilbijartina Malikî wekî Serokwezîrê Iraqê bijardeyeka xirab e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê li dijî îhtîmala dubare hilbijartina Nûrî Malikî wekî Serokwezîrê Iraqê peyamek belav kir û tê de haydariyeka tund da rayedarên Iraqê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 27.012026) di peyamekê de li ser tora civakî ya Truthê ragihand: Vegera Malikî ji bo joriya desthilatê dê xeletiyeka kujek be û dê Waşintonê neçar bike ku hemî alîkariyên leşkerî û aborî ji bo Iraqê rawestîne, ev jî dê Iraqê ber bi şkestineka herdemî ve bibe.

Serokê Amerîkayê di peyama xwe ya tund de amaje da ku, wî bihîstiye ku Iraq li hember biryareka pir xirab e ku Nûrî Malikî wekî serokwezîr damezrîne.

Trump herwesa bi bîr xist ku, Iraq di dema desthilatdariya berê ya Malikî de di nav xizanî û gêleşokeka berfireh de bû, ji ber vê yekê jî wî tekez kir ku divê destûr neyê dayîn, nabe ev rewş dîsa çêbibe.careka din rê bi dubarebûna wê rewşê bê dan. Trump bi rengekê eşkere ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê êdî piştgiriyê nede Iraqê ger ew , ji ber siyaset û îdeolojiyên xeternakxeter ên Malikî were, heke ew bê hilbijartin, Amerîka dê êdî piştgiriyê nede Iraqê.

Serokê Amerîkayê herwesa haydarî da ku bêyî piştgirî û amadebûna Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê, Iraqê dê tu şansek ji bo serkeftin, pêşkeftin û parastina azadiyê nemîne.

Trump bang li Iraqiyan kir ku, biryareka jîrane bidin da ku welatê xwe ber bi pêş ve bibin û peyama wî bi dirûşma Iraqê careka din mezin bikin. Navbirî peyama xwe wesa bi dawî anî ku, ev yek wekî zexteka rasterast li ser pêvajoya avakirina hikûmeta nû li Bexdayê tê dîtin.