Ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê li Tirkiyeyê kampîneke îmzeyan hate destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê piraniya wan kesayetên diyar 1381 kes bi kampîneke îmzeyan banga parastina Rojavayê Kurdistanê li civaka nadewletî dikin. Herwiha wê hişyariyê didin hikûmeta Tirkiyeyê jî, li Rojavayê şer li Bakurê aşitî çênabe.

Hewildana Civakî Bo Aşitiyê, bi armanca parastina Rojavayê Kurdistanê û bi dirûşmên “êrîşê rojavayê Kurdistanê nekin, destê xwe nedin birayên min ên Kurd û me nekin cîranê HTŞê” kampîneke îmzeyan da destpêkirin.

Piraniyan wan kesayetên diyar ên Tirkiyeyê, 1381 kesî îmze dane û yek ji wan hişyariya Xezzebûna Rojavayê Kurdistanê dide û banga parastina wê li civaka navdewletî dike.

Akademîsyen Prof. Dr. Onur Hamzaoglu ji K24ê re got: “Dorpêçkirina Rojavayê Kurdistanê û bêdengiya civaka navdewletî nîşan dide ku metirsî heye Rojava bibe wekî Xezzeyê. Dibe ku qeyraneke mirovî rû bide. Lewma me vê babetê amade kir. Em bang li deshilata Tirkiyeyê û civaka navdewletî dikin ku ev dorpêça li dijî Rojavayê bila dawî were. Bila ev şer raweste û herkes bigihije mafên xwe yên mirovî. Herwiha em bi ti awayî naxwazin bibin cîranê HTŞyê.”

Hikûmeta Tirkiyeyê bi rijdî û eşkere piştevaniya êrîşên hikûmeta Şamê yên li dijî rojavayê Kurdistanê dike û dixwaze HSD û Rêveberiya Xweser nemîne. Hevşaredareka DEM-Partiyê û yek ji îmzedarên vê bangê dibêje, heke li rojavayê Kurdistanê şer hebe, li Tirkiyeyê aşitî çênabe.

Hevşaredara Kaxizmanê Guner Hatay got: “Mirov nikare li hundir behsa aştiyê bike û li Rojava şer derbixe. Tu bi alîkariya hêzên wekî HTŞ û DAIŞ’ê Kobanî dorpêç bikî û piştre xwe li nedîtî ve bînî, ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Siyaseta vî welatî (Tirkiyeyê) bi giranî li ser bingeha nijadperestiyê hatiye avakirin û mixabin dev ji vê hişmendiyê bernadin. Ji bo wan ti cînar nayê pejirandin; li kîjan alî binêrin, li gorî mentiq û felsefeya wan her kes dijmin e. Tevî ku bi hezaran salan e bi Kurdan re dijîn, cînarî, hevaltî û kirîvîtî kirine jî, maseya ku îro li pêşiya me danîne dîsa tenê nijadperestî ye. Ev hişmendî di nava wan de wekî felsefeyekê bi cih bûye û bi tu awayî dev jê bernadin.”

Hewildana Civakî Bo Aşitiyê dê di rojên pêş de li parlamentoya Tirkiyeyê serdana firokasiyonan bike û piştevaniya wan bixwaze.