Hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê, êrişên xwe li ser navçeya Çilaxa zêde kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundewarê navçeya Çilaxa ya ser bi bajarê Dêrikê ve, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên ser bi hikûmeta Şamê û çekdarên girêdayî wan de şerekî dijwar rû da. Tevî ku agirbest hatibû ragihandin, binpêkirinên giran bûne sedema koçberiya sivîlan û ketina gelek qurbaniyan.

Şerê herî giran li gundê Safa yê li bakurê bajarokê Çilaxa qewimî. Li gorî zanyariyan, pevçûn nêzîkî 10 saetan bê navber berdewam kirin. Di encama vî şerî de, zêdetirî 15 sivîl şehîd û birîndar bûn û nêzîkî 40 çekdarên ser bi hikûmeta Şamê ve hatin kuştin û birîndar kirin.

Ji ber nêzîkbûna şer, şêniyê gundê Baqila yê cîranê gundê Safa neçar man malên xwe bicih bihêlin û derkevin. Welatiyê ji gundê Baqila Mihemed Îbrahîm ku ji ber şer penaber bûye, got: "Şer li gundê Safa yê li pêşiya me bû. Rewşa me gelekî xirab e, niha zivistan e û sar e, em nizanin bi ku ve biçin. Em û Kurd birayên hev in, em ti carî naxwazin şer di navbera me de çêbibe. Daxwaza me ew e ku agirbest were çespandin û şer bisekine."

Endamekî HSD’ê ji Kurdistan24ê re ragihand, aliyê Şamê peymana agirbestê binpê kiriye û êrişeke berfireh daye destpêkirin. Wî tekez kir ku hêzên wan tenê ji bo parastina rewa bersiva êrişan dane û çeperên xwe parastine.

Gundên li ser xeta M4 û herêmên di navbera HSD û artêşa Sûriyeyê de hîn jî di bin metirsiya şer de ne. Koçberbûna xelkê di vê sermaya zivistanê de karesateke mirovî li herêmê kûr dike.