Li Hewlêrê navê 'Kezî' li çarerêyekê tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 28’ê Çileyê bi endamên Encûmena Şaredariya Hewlêrê re civiya. Di civînê de bi yekdengî biryar hat girtin ku çarerêyek li paytext Hewlêrê bi navê "Kezî" were binavkirin.
Parêzgar Omed Xoşnaw di civînê de pêşniyar kir, ji bo bîranîn û rûmeta doza neteweyî, navê "Kezî" li çarerêyekê were kirin. Xoşnaw destnîşan kir ku ev nav îro bûye sembola biryardariya gelê Kurd a li ser mafên xwe, zindîkirina ruhê berxwedanê û rûbirûbûna zilma dagirkeran.
Parêzgarê Hewlêrê tekez kir, ev pêngav xwedî rehendeke neteweyî û niştimanî ye û peyameke zelal e ji bo yekdengiya navmala Kurd.
Endamên Encûmena Şaredariya Hewlêrê piştî nirxandina pêşniyarê, bi yekdengî navê "Kezî" ji bo çarerêyeke bajêr pejirandin. Encûmenê bal kişand ser giringî û naveroka vê biryarê û diyar kir ku ev yek îspat dike ku gelê Kurdistanê li her parçeyekî bin jî, bi yek ruhî û yek hişmendiyê li dijî dagirkeriyê xwedî helwest in.
Di beşeke din a civînê de, Parêzgarê Hewlêrê daxwaz ji endamên encûmenê kir ku di xizmetkirina welatiyan û cîbicîkirina projeyên hikûmetê de roleke çalaktir bilîzin.