Hişyariya karesatê ji Kobanê: Ji 30 firnan tenê 3 firne nan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarê Kobanê di van rojên dawî de rûbirûyî şerekî "man û nemanê" û dorpêçeke giran bûye. Hevdem ligel sermaya zivistanê, kêmbûna nan, sotemenî û pêdiviyên sereke yên jiyanê, jiyana bi hezaran sivîlan dixe bin metirsiyeke mezin.

Li gorî zanyariyên ku ji nava bajêr hatine girtin, ji ber dorpêçê û nebûna mazotê, ji 30 firinên nan ên li navenda Kobanê û gundewarên wê, niha tenê 3 firin (Firina Şêran, Qeremezre û Firina Elî) kar dikin.

Rêveberê firinên Kobanî Îsmaîl Hakîm ji bo Kurdistan24ê hişyarî da ku rewş ber bi karesatê ve diçe. Hakîm diyar kir ku tîmên wan 24 saetan kar dikin, lê ji ber kêmbûna ard û sotemeniyê, ardê ku niha li ber destê wan maye tenê têra 3 rojên din dike.

Li her malekê pênc malbat dijîn

Ji ber êrişên li ser herêmê, bi hezaran koçberên ji Reqa, Tebqa û kampên wekî Til Semenê berê xwe dane navenda Kobanî. Ev yek bûye sedem ku li bajar qerebalixiyeke zêde çêbibe.

Welatiyên ku li ber deriyên firinan bi saetan di dorê de disekinin, nîgeraniya xwe wiha tînin ziman: "Rewşa me gelekî xirab e. Niha li her malekê li Kobanî nêzî pênc malbat bi hev re dijîn. Ne nan heye, ne mazot û ne jî pêdiviyên jiyanê. Em bi saetan di dorê de disekinin, lê carna nan nagihîje me jî."

Rêveberê Firnê Îsmaîl Hacim diyar kir, wan beriya şer rojê ji 15 heta 20 ton nan çê dikirin. Lê niha ji ber zêdebûna hejmara welatiyan derdora 25 heta 30 ton nan çê dikin, dîsa jî ji ber hejmara zede têra gel nake.

Sermaya zivistanê û "Terora Derûnî"

Ji bilî şer û dorpêçê, sermaya dijwar a zivistanê barê xelkê girantir kiriye. Welatî diyar dikin ku ji ber nebûna mazotê ew nikarin malên xwe germ bikin û fikarên wan li ser jiyana zarok û pîran zêde dibin. Xelkê herêmê bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî dikin ku ji bo şikandina vê dorpêçê û gihandina alîkariyan tavilê destwerdanê bikin.

Kobanî, ku sembola berxwedanê ye, îro di bin dorpêçeke nû de li benda çareseriyeke mirovî ya lezgîn e.