Keşnasî: Şepoleke baran û berfê li Herêma Kurdistanê dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Keşnasî û Erdhejiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji nîvroya îro Çarşemê, 28’ê Çileyê, û pê ve herêm dikeve bin bandora şepoleke baranbarînê. Li gorî zanyariyan, ev şepol dê pêşî li parêzgeha Dihokê dest pê bike û piştre hemû herêmên din li xwe bigire.
Keşnasiyê diyar kir, piştî nîvro bandora şepolê dê xurtir bibe. Li bajar û bajarokên wekî Dihok, Zaxo, Silêmanî, Çemçemal, bakurê Kerkûkê, îdareya Germiyanê û navçeyên çiyayî yên Hewlêrê, baran dibare car caran barana bi xurtî dibe.
Hevdem ligel baranê, li lûtkeyên çiyayên bilind (ên ku ji 1500 metreyî li ser asta deryayê bilindtir in) berf dê bibare. Tê pêşbînîkirin jî, germahiya hewayê îro 2-3 pileyî û sibe jî 1-2 pileyên din dakeve. Lezatiya bayê jî dê di navbera 10 û 20 km/h de be, lê di hinek deman de dibe ku ji 30 km/h derbas bike.
Li gorî daxuyaniyê, ev şepol dê heta sibe Pêncşemê bi awayê hûr berdewam bike. Piştî nîvro jî asman dê bibe nîv-ewrayî, lê li herêmên sînorî û lûtkeyên çiyayan, barîna baran û berfê dê heta derengiya piştî nîvro bimîne.