Welatiyên Qamişloyê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê daketin kolanan
Qamişlo (K24) – Ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê, welatiyên bajarê Qamişloyê xwepêşandaneke girseyî li dar xist û tê de gefên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo Herêmê nîşan da.
Bi beşdariya girseyeke berfireh a jin, mêr û zarokan, li bajarê Qamişloyê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê xwepêşandaneke mezin hat lidarxistin. Xwepêşanderan di meşê de Alaya Kurdistanê û wêneyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bilind kirin û dirûşmên piştgiriyê yên ji bo Herêma Kurdistanê û yekîtiya Kurdan qêriyan.
Çalakvanê siyasî Şepal Îbrahîm di xwepêşandanê de ji Kurdistan24ê re axivî û ragihand ku îro li Qamişloyê û li hemû deverên her çar parçeyên Kurdistanê û li her welatê ku Kurd lê dijîn, Kurd bang û piştgiriya xwe ji dil digihînin Herêma Kurdistanê û tekez kir ku "Kurdistan yek parçe ye."
Welatiyê bi navê Ehmed Berazî jî ji navenda bajarê Qamişloyê peyama xwe arasteyî Başûrê Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî kir û diyar kir ku ew amade ne di ber xaka pîroz a Kurdistanê de berevaniyê bikin û axa xwe biparêzin.
Her wiha çalakvanê siyasî Sîrac Keleş di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wê yekê ku ew li Qamişloyê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketine kolanan û got: "Em ji wan re dibêjin miletê Kurd bi tevayî li pişt we ye û hûn ne bi tena xwe ne. Li hember van gefên ku li we tên xwarin, îro miletê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê rabûye ser piyan."