Wezareta Rewşenbîrî weşana hejmareka kanalên biyanî û Erebî rawestand
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku weşana hemî wan kanalên biyanî û Erebî yên ku bi rêya sîstema weşanê sivkatiyê bi neteweya Kurd dikin an jî dibin sedema têkdana lihevhatina civakî rawestîne.
Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Weşan îro (Çarşem, 28.01.2026) di nivîsareka fermî de bi hejmara 2725ê, ku ji şîrketên weşanê yên li Herêma Kurdistanê re şandiye, ragihandiye ku li gorî rênimaya hejmar 1 a sala 2014ê, divê weşana wan kanalên biyanî û Erebî rawestînin, ku di rewşa niha ya Kurdistanê de bûne sedema têkdan û bêrêzîkirina li hember neteweya Kurd.
Di wê nivîsarê de behsa xalên 1, 3 û 9 ên benda 3ê ji madeya 3ê ya rênimayên girêdayî rêkxistina frekansên fezayê hatiye kirin, tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku weşana kanalên wesa berevajî qanûn û rênimayên destûrdanê ye. Wezaretê haydarî daye ku, ew kanal dibin sedema têkdana lihevhatina civakî, êdî rê bi wan nayê dayîn ku di navxweya Herêma Kurdistanê weşanê bikin.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku, di dema borî de çend kanalên biyanî û herêmî bi rêya bernameyên xwe êrîşî pîroziyên neteweya Kurd û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê kiribû, ku ev yek di nav medyaya Kurdî û welatiyên Herêma Kurdistanê de bû sedema gelek nerazîbûnan.
Di vî warî de, Parêzerê şêwirmend Aso Haşim îro (Çarşem, 28.01.2026) ji Kurdistan24ê re ragihand: Ji ber dijatiya Kurdan û têkdan û şoveniya ji aliyê her du kanalên Cezîre û Hedesê ve tê kirin, me gilînameyeka qanûnî pêşkêşî Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Hewlêrê kiriye, bi îhtîmaleka mezin nivîsîngehên wan her du kanalan li Hewlêrê dê bên daxistin û kar û çalakiyên wan dê bên rawestandin.
Aso Haşim amaje jî da: Me komeka parêzeran, ku em dibin nêzîkî 15 parêzeran, gilînameyek pêşkêşî Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Dadgeha Hewlêrê kiriye. Herwesa ragihand ku, daxwaza wan hatiye wergirtin û di rojên bê de biryar dê li ser wê bê dayîn.
Parêzerê navbirî herwesa got ku, wan di daxwaza xwe de tekez li ser daxistina nivîsîngehên wan her du kanalan û rawestandina kar û çalakiyên wan li Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî jî li parêzgeha Hewlêrê.
Ji destpêka peydabûna şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de heta niha, medyaya Erebî, bi taybetî jî her du kanalên Cezîre û Hedes, berdewam peyamên nijadperestî belav dike û dijîtiya neteweya Kurd û mafên wê dike, di bernameyên xwe de gotarên şovenî belav dike û piştgiriyê dide qirkirina Kurdan.
Herwesa li Herêma Kurdistanê û di nav Kurdên li derveyê welat de jî, kampanyayeka berfireh ji aliyê xelkî ve li dijî wan kanalên Erebî yên ku dijîtiya Kurdan dikin hatiye ragihandin û daxwaz dikin ku êdî rê neyê dayîn ku ew li Herêma Kurdistanê bixebitin.