Hunermendên Kurdistanê: Yekîtiya Kurdan di vê qonaxê de cihê şanaziyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Di rûniştineke taybet de ku çendîn hunermendên navdar beşdar bûn, peyamên piştgiriyê bo berxwedana gelê Kurd û giringiya yekrêziya neteweyî hatin ziman.
Diyar Dêrsim: Berxwedana Rojava hestên neteweyî zindî kirin
Hunermendê navdar Diyar Dêrsim di axaftina xwe de diyar kir, tevî metirsiyên li ser gelê Kurd hene, lê asta hişyariya neteweyî gelekî bilind bûye.
Dêrsim got: “Berxwedan û têkoşîna Rojava hestên neteweyî careke din di dilê her Kurdekî de zindî kirin. Yekdengiya Kurdan di vê qonaxê de cihê şanaziyê ye. Helwesta xelkê Başûrê Kurdistanê ya ji bo piştgiriya birayên xwe gelekî bi wate ye û ez hêvî dikim ev yekrêzî berdewam be.” Herwiha bang li hunermendan kir ku bi hunera xwe xizmeta vê dozê bikin.
Hozan Şemdîn: Sedsala 21an dê bibe sedsala Kurdan
Hunermend Hozan Şemdîn bal kişand ser guhertina stratejîk a di nava Kurdan de û got: “Cudahiya vê qonaxê ji serhildanên berê ew e ku îro Kurd xwedî hêzeke neteweyî û rêxistinkirî ne, ne tenê li ser bingeha eşîrtiyê ne. Ji ber vê yekê, her aliyekî bixwaze êrîşî Kurdan bike, divê deh caran bifikire.”
Şemdîn herwiha pesnê rola Serok Barzanî û alîkariyên Başûrê Kurdistanê bo Rojava da û destnîşan kir ku Rojava her dem penageha perçeyên din bûye û îro roja piştgiriya wê ye.
Kaşkar Oremar: Serkeftina yekcarî nêzîk e
Rojnamevan Kaşkar Oremar amaje bi wê yekê kir ku peyamên Serok Barzanî di asta cîhanê de deng vedane û got: “Kurdan bi yek can û yek dilî dest bi berevaniyê kirine. Serkeftina yekcarî nêzîk e û divê em bi her awayî destê xwe ji vê yekrêziyê bernedin.”
Jale Sineyî û Mahir Emîn: Berpirsiyariya dîrokî
Hunermend Jale Sineyî destnîşan kir ku divê ev derfeta zêrîn a niha di berjewendiya gelê Kurd de bê bikaranîn û parastina destkeftiyan wek erkê herî sereke bi nav kir.
Ji aliyê xwe ve, hunermend Mahir Emîn diyar kir, êrîşên li ser Kurdan planeke navdewletî ne û got: “Divê her çîn û tuwêjek – ji hunermendan bigre heta bijîşk û mamosteyan – di vê qonaxa hestiyar de berpirsiyar bin. Em dikarin bi têkoşîna xwe vê rewşa dijwar bikin qezenceke mezin bo gelê xwe.”
Ev helwesta hunermendan nîşan dide ku di asta neteweyî de yekdengiyeke xurt li hemberî geşedanên herêmî pêş ketiye û huner jî wek beşek ji vê berxwedanê tê dîtin.