Ferhan Heq ji Kurdistan24ê re: Divê mafên Kurdan û pêkhateyan li Sûriyeyê bên parastin
Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ferhan Heq ji Kurdistan24ê re, helwesta dawî ya saziya xwe li ser alozîyên Sûriyeyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê aşkere kir. Heq destnîşan kir ku NY ji bo rawestandina şer û destpêkirina diyalogê zextên xwe berdewam dike.
Ferhan Heq di daxuyaniya xwe de tekezî li ser giringiya beşdarbûna hemû pêkhateyan di pêvajoya siyasî de kir û got: “Em bang li hikûmeta Sûriyeyê dikin ku bibe hikûmeteke giştgir û nûneratiya hemû pêkhateyan bike; di nav de Kurd, Elewî, Durzî û hemû kêmneteweyên olî û neteweyî. Parastina mafên bingehîn ên van pêkhateyan di serê karên me de ye.”
Derbarê rewşa mirovî de, Heq eşkere kir, wan karî ye 24 barhilgirên alîkariyê bigihînin bajarê Kobanê. Ev alîkarî ji xwarin, derman û pêdiviyên zivistanê pêk tên. Heq got: “Em hewl didin alîkariyên zêdetir bişînin û xizmetguzariyên giştî ji bo bajêr vegerînin.”
Herwiha hat diyarkirin, bi rêya ajansên penaberan, NY kar dike ji bo gihandina alîkariyên bo Kampa Holê, piştî ku hikûmeta Sûriyeyê du dergeh li Heleb û Hesekê vekirine.
Alîkarê Berdevkê NY nîgeraniya xwe li ser hin binpêkirinên agirbestê anî ziman û bang li aliyên şer kir: “Em hemû aliyan han didin, bi taybetî hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ku pabendî agirbesta 15 rojî bin.”
Ferhan Heq da zanîn, Ofîsa Siyasî ya Neteweyên Yekgirtî ligel hikûmeta Sûriyeyê û aliyê Kurdî di peywendiyê de ye da ku her du alî vegerin ser maseya guftûgoyê. Di heman demê de, Encûmena Ewlekariyê ya NY ji nêz ve çavdêriya rewşê dike, da ku zextê li hemû aliyan bike ku agirbest berdewam bike û çareseriyeke siyasî ya mayînde ji bo krîza Sûriyeyê bê dîtin.