Ednan Bozan: Divê rê bê dayîn ku alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bigihîjin Kobanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Xwecihiyê Kobanê ya ENKSê Ednan Bozan ragihand, ji ber dorpêça li ser bajêr, rewşa jiyana xelkê û tenduristiya zarokan di asteke metirsîdar de ye. Bozan bang kir ku korîdorên mirovî bên vekirin.

Serokê Xwecihiyê Kobanê ya ENKSê Ednan Bozan di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê, hişyarî da ku rewşa mirovî û tenduristî li bajarê Kobanê ber bi hilweşîneke mezin ve diçe. Bozan diyar kir jî, bajar ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin û ev yek jiyana welatiyan kiriye dojeh.

Bozan bal kişand ser rewşa giran a zarokan û got: “Ji ber sermaya zivistanê û nebûna pêdiviyên sereke, nexweşiyên henaseyê, mîde û çerm di nav zarokan de pir belav bûne. Herwiha ji ber kêmbûna xwarinê, nîşanên bêhêzî û badxwariyê li cem zarokan derketine.”

Bozan herwiha eşkere kir, li dermanxaneyan şîrê zarokan û dermanên nexweşiyên kronîk nemane. Ji ber kêmbûna amûrên pizîşkî û sotemeniyê, li nexweşxaneyan neştergerî hatine rawestandin.

Derbarê xizmetguzariyên giştî de, Serokê Xwecihiya Kobanê ya ENKSê diyar kir, zêdetirî 10 rojan e elektrîk û înternet li seranserî bajêr hatine birîn. Ji ber nebûna enerjiyê, pompeyên avê rawestiyane û bihayê tankereke avê gihîştiye 125 hezar lîreyên Sûrî (nêzîkî 11 dolar). Bozan herwiha hişyarî da ku ard û nan li bajêr kêm bûye û bihayên xurekê bi awayekî xeyalî bilind bûne.

Ednan Bozan sedema vê krîzê ji bo dorpêçkirina bajêr vegerand û got: “Kobanê ji çar aliyan ve hatiye girtin. Ev yek bûye sedem ku ti rêyên mirovî bo derbasbûna xwarin, derman û sotemeniyê nemînin.”

Bozan bang li Hikûmeta Demkî û aliyên peywendîdar kir ku rê li ber alîkariyên mirovî vekin. Wî bi taybetî daxwaz kir ku rê bê dayîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), wek saziyeke mirovî û bêalî, alîkariyên lezgîn bigihîne xelkê Kobanê û penaberên li herêmê.

Di dawiyê de, Bozan destnîşan kir ku ew wek ENKSê ligel aliyên navdewletî di peywendiyê de ne, da ku rê li ber karesateke mezintir a mirovî li Kobanê bigirin.