Lîga Şampiyonan: 8 tîmên "Mezin" diyar bûn; Real Madrid û PSG çûn qonaxa Play-offê
Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî qonaxa koman a Lîga Şampiyonan a Ewropayê (2025-2026) bidawî bû. Di encamê de çendîn surprîzên mezin rû dan û tîmên ku rasterast derbasî qonaxa 16an bûn diyar bûn.
Li gorî sîstema nû ya Lîga Şampiyonan (Champions League) ku bi beşdariya 36 tîman tê lîstin, qonaxa lîstikên koman bidawî bû. Di vê sîstemê de, 8 tîmên ku di serê rêzbendiyê de cih girtin, rasterast mafê beşdarbûna qonaxa 16an bidest xistin. Tîmên di navbera rêzên 9an û 24an de jî, dê di qonaxa "Play-off"ê de hevrikî bikin da ku 8 tîmên din diyar bibin.
Di qonaxa koman de, surprîza herî mezin ew bû ku tîmên navdar û "dêw"ên Ewropayê nekarîn bikevin nava 8 tîmên yekem. Di serê van tîman de Real Madrid ku xwediyê rekora 15 kupayan e, şampiyonê par Paris Saint-Germain (PSG) û her du tîmên Îtalyayê Juventus û Inter Milan hene. Ev tîm neçar in di qonaxa Play-offê de tê bikoşin.
Ji aliyê din ve, klûbên Îngilîzî serdestiya xwe nîşan dan; 5 tîmên Premier League (Arsenal, Liverpool, Tottenham, Chelsea û Manchester City) di nava 8 tîmên herî serkeftî de cih girtin. Tîma Sporting Lisbon a Portugalî jî bi serkeftineke neçaverêkirî rasterast derbasî qonaxa din bû.
Lîsteya 8 tîmên ku rasterast derbasî qonaxa 16an bûn:
1. Arsenal: 24 xal
2. Bayern Munich: 21 xal
3. Liverpool: 18 xal
4. Tottenham: 17 xal
5. Barcelona: 16 xal
6. Chelsea: 16 xal
7. Sporting Lisbon: 16 xal
8. Manchester City: 16 xal
Pişk û lîstikên Play-offê
Pişka ji bo qonaxa Play-offê, ku tîmên wekî Real Madrid û PSG tê de ne, dê roja Înê, 30ê Çileyê bê kişandin.
Lîstikên vê qonaxê jî dê di van dîrokan de bên lîstin:
- Lîstikên Yekem (Çûn): 17 û 18ê Sibatê.
- Lîstikên Duyem (Veger): 24 û 25ê Sibatê.
Tîmên ku di vê qonaxê de biser bikevin, dê bigihin 8 tîmên din û qonaxa 16an (Heştyek fînal) temam bikin.