Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Me 206 barhilgir alîkarî şandine Rojavayê Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) di rapora xwe ya pêncemîn de, amarên berfireh ên alîkariyên mirovî yên bo Rojavayê Kurdistanê aşkere kirin. Li gorî raporê, bi hezaran malbat û bi sedan dibistan ji van alîkariyan sûdmend bûne.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amarên çalakiyên xwe yên ji roja destpêkirina kampanyaya alîkariyê heta nîvê şeva 28ê Çileya 2026an belav kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku dezgehê bi hemû şiyanên xwe ve li kêleka xelkê Rojavayê Kurdistanê ye.
Amarên Giştî:
Li gorî rapora pêncemîn a BCFê:
- 206 barhilgir alîkariyên mirovî derbasî Rojavayê Kurdistanê hatine kirin.
- 418 xebatkar û karmend di pêvajoya dabeşkirin û gihandina alîkariyan de beşdar bûne.
- 6,609 malbat bi awayekî rasterast ji alîkariyan sûdmend bûne.
- Alîkarî gihîştine 150 dibistanan.
Sotemenî û Germkirin:
Ji bo rûbirûbûna sermaya zivistanê, dezgehê 198,657 lître neft dabeş kiriye. Nexşeya dabeşkirina neftê wiha ye:
- 5,969 malbat neft wergirtine.
- 169 dibistan bi sotemeniyê hatine dabînkirin.
- 9 mizgeft ji vê piştgiriyê sûdmend bûne.
Dabînkirina Xwarina Germ:
Di çarçoveya projeya xwarinê de, heta niha 19,979 xwarinên germ hatine amadekirin û dabeşkirin. Di vî warî de 52 dibistan û 3 mizgeft bûne navendên sûdmend.
Tîmên Tenduristiyê:
Tîmên pizîşkî û tenduristiyê yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xizmetên tenduristiyê pêşkêşî 3,160 kesan kirine. Herwiha tîmên gerok serdana 41 dibistanan kirine, da ku pêdiviyên tenduristî yên xwendkaran dabîn bikin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dawiya rapora xwe de tekez kir ku wek erkekî mirovî û neteweyî, ew ê bi piştgiriya xêrxwazan alîkariyên xwe bo aware û lêqewmîyên Rojavayê Kurdistanê berdewam bikin.