Babekir Zêbarî: Metirsiya DAIŞê zêde bûye, lê sînorên Herêma Kurdistanê parastî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Leşkerî Babekir Zêbarî hişyarî da ku aloziyên li Sûriyeyê û revîna endamên DAIŞê ji zindanan, metirsiya serhildana nû ya vê rêxistinê zêde kiriye. Zêbarî herwiha tekez kir, DAIŞ nikare sînorên Herêma Kurdistanê bibire.
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî îro 29ê Çileyê di daxuyaniyekê de ragihand, hebûna DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê hîn jî metirsiyeke mezin e û mercên niha rê bo çalakiya wan xweş dikin.
Babekir Zêbarî bal kişand ser şerê navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê û got: “Ew endamên DAIŞê yên ku ji ber şer û aloziyan ji zindanan reviyane, metirsiyeke mezin in li ser navçeyê. Ev yek egera serhildana nû ya DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê gelekî zêde kiriye.”
Zêbarî herwiha aşkere kir, DAIŞî li bendê ne ku valahiyên ewlehiyê peyda bibin, da ku dest bi çalakiyên terorîstî bikin. Herwiha destnîşan kir jî, nakokiyên li ser xalên sînorî yên di navbera Iraq û Sûriyeyê de, rê bo vedizîna çekdarên DAIŞê bo nav xaka Iraqê xweş dike.
Derbarê ewlehiya Herêma Kurdistanê de, Şêwirmendê Serokê Herêmê daxuyaniyên piştrastker dan û got: “Metirsiya dubare derketina DAIŞê, li ser Herêma Kurdistanê nîne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê sînorên xwe bi awayekî pir baş kontrol kirine. DAIŞ nikare sînorên me bibire û metirsiyê li ser Kurdistanê ava bike.”
Babekir Zêbarî rewşa niha ya Sûriyeyê wekî "rewşeke nebirêkûpêk" pênase kir û got ku hikûmeta Sûriyeyê nikare komên çekdar kontrol bike û peymanên hatine kirin jî tên binpêkirin.
Babekir Zêbarî derbarê rewşa hêzên çekdar ên li Sûriyeyê de got: “Ev kom ji bin kontrola hikûmetê derketine. Tevî ku Ehmed Şera kontrola li ser hêzên xwe winda kiriye, lê bila her kes piştrast be ku ew di şerê li dijî Kurdan de biser nakevin. Ew nikarin derbasî nav xaka Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bibin û dê têk biçin.”