Hikûmeta Herêmê: Divê Bexda 384 milyar dolar wek qerebû bide gelê Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporeke berfireh derbarê ziyanên darayî û mirovî yên ku di navbera salên 1963 û 2003an de ji aliyê rejîmên berê yên Iraqê ve li Kurdistanê hatine kirin, belav kir.
Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 29ê Çileyê encamên lêkolîneke hûr derbarê amarên ziyanên ku di serdema rejîmên berê yên Iraqê de gihîştine gelê Kurdistanê aşkere kirin. Li gorî raporê, qebareya giştî ya van ziyanên ku ji ber siyaseta çewisandinê û tawanên şer pêk hatine, wekî 384 milyar û 600 milyon dolar hatine texmînkirin.
Hûrgiliyên ziyanên 40 salan
Di raporê de ziyan bi awayekî hûr li ser çar beşan hatine dabeşkirin:
- Ziyanên Mirovî: Beşa herî giran a raporê ye û wekî 306 milyar dolar hatî texmînkirin. Ev beş hemû qurbaniyên şer, enfal û kîmyabaranê li xwe digire.
- Ziyanên Madî: Ji bo wêrankirina jêrxanê, mal û milkên welatiyan, brayê 32.8 milyar dolar ziyan hatiye tomarkirin.
- Ziyanên Jîngehî: Ji ber têkdana xwezaya Kurdistanê û encamên nerasterast ên şer, 10 milyar dolar ziyan pêk hatiye.
- Paşguhkirina bi Enqest û Avakirin: Ji bo wan herêmên ku bi zanabûn ji aliyê rejîmê ve hatine paşguhkirin û niha pêdiviya wan bi avakirinê heye, 35 milyar dolar hatiye diyarkirin.
"Bila Bexda qerebû bike"
Rapor balê dikişîne ser tawanên mezin ên wekî kîmyabarankirina Helebceyê, operasyonên Enfalê û wêrankirina bi hezaran gundên Kurdistanê ku ji aliyê rejîma Beis û hikûmetên berê ve hatine kirin.
Fermangeha Medya û Zanyariyê tekez dike, li gorî Destûra Iraqê, hikûmeta niha ya federal wekî "miratgirê" rejîmên berê tê dîtin. Lewma, berpirsyariya yasayî û destûrî ya Bexdayê ye ku van ziyanên mezin qerebû bike û vî mafê rewa yê gelê Kurdistanê li wan vegerîne.