Qeşeyê Dêra Hesekê: Pêkvejiyan kilîta paşerojeke geş e

Navenda Nûçeyan (K24) – Qeşeyê Dêra Hesekê Marmorîs Emesîh a di hevpeyvînekê de ligel peyamnêrê Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê, behsa kûrahiya peywendiyên civakî yên li herêmê kir û diyar kir ku dîroka wan a pêkvejiyanê ji her cure nakokiyan bi hêztir e.

Qeşe Marmorîs Emesîh  tekez kir, herêma Cizîrê bi rengîniya xwe ya etnîkî û olî dewlemend e û got: “Em wek Kurd, Ereb, Kirîstiyan, Êzidî û hemû pêkhateyên din, xwedî dîrokeke dûr û dirêj a pêkvejiyanê ne. Li ser vê axê her dem rêz li bawerî û çanda hevdu hatiye girtin.”

Qeşeyê Dêra Hesekê bi nîgeranî behsa bandora şer û aloziyan kir û diyar kir, herî zêde pêkhateyên resen zirarê dibînin û got: “Mixabin ji ber şer û nearamiyê, hejmareke mezin a xelkê me, bi taybetî Kirîstiyan, neçar bûn ku mal û milkên xwe bicih bibin û aware bibin.”

Qeşe Marmorîs bang li hemû aliyan kir ku ji bo parastina giyanê pêkvejiyanê bixebitin û aştî bibe daxwaza herî sereke. Marmorîs wiha berdewam kir: “Aştî daxwaza me ya bingehîn e bo hemû pêkhateyên Cizîrê. Divê em hemû bi hev re welatê xwe ava bikin û jiyaneke bi rûmet, bêyî cudakariya olî û neteweyî, ji bo hemû welatiyan dabîn bikin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Qeşe Marmorîs Îsamesîh bal kişand ser perwerdekirina ciwanan û hişyarî da ku divê nifşên nû ji tundrewî û tundûtûjiyê dûr bikevin. Herwiha destnîşan kir ku "kilîta paşerojeke geş", avakirina nifşekî wisa ye ku baweriya wî bi lêborînî û toleransê hebe.