Serok Barzanî û Ehmed Şera pêdivîtiya berqerarbûna aştî û tenahiyê li Sûriyeyê tekez kir
Baregayê Barzanî naveroka peywendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Ehmed Şera de belav kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Baregayê Barzanî naveroka peywendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera de belav kir û eşkere kir ku, her du aliyan rewşa niha ya Sûriyeyê û pêngavên paşerojê yên peymana di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de nîqaş kirin.
Baregayê Barzanî îro (Yekşem, 01ê Sibatê) belav kir ku, di peywendiya telefonî ya duhî (Şemî, 31ê Çileya 2026ê) ya di navbera Serok Mesûd Barzanî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera de, rewşa Sûriyeyê, guhertinên dawiyê, peymana di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de û pêngavên paşerojê hatin nîqaşkirin.
Di wê peywendiya telefonî de, tekez li ser pêdivîtiya berqerarbûna aştî û tenahiyê li Sûriyeyê hat kirin, ku diyalog û hevfêmkirin yekane rêya çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan e.