Çavê Kobaniyan li cîbicîkirina rêkeftina HSD û Şamê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Kurdistan24ê serdana gundên li ser xeta şer a Kobanê kir. Tevî ku dengê çekan nîne jî, lê sermaya zivistanê, nebûna nan û sotemeniyê jiyana xelkê devera Kobanê xistiye metirsiyeke mezin.

Gundê Kufî yê li gundewarê Kobanê, tenê çend kîlometre dûrî sengerên şer ên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê de ye. Li gundên li ser vê xetê, xizmetguzariyên sereke mîna elektrîk û avê nînin; her wiha sermaya dijwar a zivistanê bariya jiyana xelkê hîn girantir kiriye.

Xelkê deverê yên ku ji ber şer û pevçûnan gelekî westiyane, hêviya xwe bi rêkeftina nû ya navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê ve girêdane. Welatiyê bi navê Xelîl Ebdo ji Kurdistan24ê re axivî û got: "Em hêvî dikin rêkeftina navbera HSD û Şamê zû bi zû bikeve warê cibicîkirinê, da ku êdî sivîl nebin qurbaniyê şer û pevçûnan."

Welatiyê bi navê Mihemed Emîn jî bal kişand ser rewşa zehmet a xelkê û diyar kir ku milet gelekî westiyaye û êdî tehamula wan ji bo krîzên nû nemaye.

Adla Mihemed, nişteciha gundê Kufî, bi xemgînî behsa kêmbûna pêdiviyên jiyanê kir û got: "Xelk di nav tirs û fikaran de dijîn. Nan gelekî kêm bûye, sotemenî nîne û her tişt ber bi nemanê ve diçe. Mirovan birçîbûn û sermayê re rû bi rû ne. Em dixwazin ev rewş bi dawî bibe û koçber vegerin ser mal û milkên xwe."

Li gorî xalên rêkeftina ku tê çaverêkirin îro Duşemê bi temamî bikeve warê cîbicîkirinê, hêzên ewlehiyê yên hikûmetê (polîs û asayîşa hundurîn) dê derbasî nav bajaran bibin û hêzên leşkerî yên HSDê dê ji nav bajaran vekişin.

Li gorî peymanê, Artêşa Sûriyeyê (hêzên leşkerî) nakeve hundirê bajaran, lê hêzên medenî û îdarî dê karên xwe bidomînin. Welatiyên li gundewarê Kobanê û herêmên din, bi hêvî ne ku ev gava siyasî bibe sedema aramiyê, da ku derbederî bi dawî bibe û xizmetguzariyên wekî nan, av û elektrîkê dîsa bigihîjin wan.