Serok Barzanî û Çarçoveya Hevahengiyê, hilbijartina Serokkomar û pêkanîna hikûmetê gotûbêj kirin
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, di civînê de ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî tê de amade bûn, bi hûrgilî behsa pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û hilbijartina Serokkomar hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di hevdîtinê de guhertin û geşedanên dawî yên li herêmê û bi taybetî rewşa Sûriyeyê hatine nirxandin. Her du aliyan tekezî li ser giringiya yekxistina gotara nîştimanî û siyasî ya Iraqê li hemberî van guhertinan kirin.
Hat diyarkirin ku divê Iraq bi helwesteke yekgirtî rûbirûyî rûdanên herêmî bibe, bi şêweyekî ku pêgeh û berjewendiyên bilind ên Iraqê bên parastin û bihêztir kirin.