Hêzên Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê derbasî Hesekê bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî bajarê Kobanê, di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de, îro yekeyên Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê gihîştin bajarê Hesekê.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, di çarçoveya rêkeftina giştî ya ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de hatibû îmzekirin, hêzên polîs û ewlehiya navxweyî yên ser bi Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê ve îro 2ê Sibatê derbasî bajarê Hesekê bûn.

Li gorî agahiyên peyamnêrê me, ev hêza gihîştiye Hesekê ji 15 wesayîtên leşkerî û 125 karmendan pêk tê. Hat destnîşankirin ku di dema derbasbûna van hêzan de, ti rûbirûbûn an nakokî di navbera wan û şervanên HSDyê de çênebûye û pêvajo bi hevahengî birêve çûye.
Rewş aram e û qedexe berdewam dike
Peyamnêrê Kurdistan24ê tekez kir, niha rewşa bajarê Hesekê aram e. Welatiyên bajêr bi temamî pabendî qedexeya giştî ya hatûçûnê ne, ya ku ji şeva borî ve ji bo mîsogerkirina ewlehiya pêvajoya bicihbûna hêzan hatibû ragihandin.
Pêvajo ber bi Qamişloyê ve diçe
Ev pêngava li Hesekê piştî wê yekê tê, îro pêştir 20 wesayîtên hêzên navxweyî yên hikûmetê derbasî bajarê Kobanê bûbûn. Tê çaverêkirin ku di çarçoveya vê rêkeftinê de, di demeke nêz de hejmareke din a hêzên ewlehiyê derbasî bajarê Qamişloyê jî bibin, da ku saziyên îdarî û ewlehî werin yekkirin.
Pêvajoya cîbicîkirina rêkeftina HSD û Şamê ku armanca wê parastina herêmê û yekkirina saziyan e, li gorî qonaxên hatine diyarkirin berdewam dike.