Keşnasî: Baran berdewam dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê, pêşbîniyên keşûhewayê yên 48 saetên bê belav kirin.
Li gorî raporê, ji piştî nîvroya îro sêşemê (3ê Sibata 2026an), ji ber yekbûna nizmepalepestoya Iraq û Deryaya Sor, şepêleke baranê li seranserê herêmê dest pê dike.
Kêşnasiyê eşkere kir, dê baran bi şêweyê hûr û nerm dest pê bike, lê tê texmînkirin ku li rojava û bakurê Hewlêrê û deverên Akrê û Bicîlê rêjeya dabarînê zêdetir be.
Hat destnîşankirin ku bandora vê şepêlê dê bigihîje sînorê parêzgeha Silêmaniyê û Îdareya Raperînê jî. Lê li sînorê Îdareya Germiyanê, keşûhewa dê hîn ne cîgir be; li wir pêşbîniya birûskan tê kirin. Her wiha li hinek deveran egera barîna terzeyê (zîpik) û têkelbûna tozê bi baranê re heye.
Pêşbîniya roja Çarşemê
Ji bo sibe çarşemê, 4ê Sibata 2026an, Keşnasî ragihand, asiman dê bi giştî nîv-ewrayî be, lê li herêmên çiyayî egera nemebaraneke kêm berdewam dike. Tê çaverêkirin ku pileya germê li gorî îro 1 heta 2 pile dakeve.