Ebûdî: Rêzgirtina li pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê pabendbûneke yasayî ya cîgir e
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî ragihand, rêzgirtina li pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya sîstema federal de, pabendbûneke yasayî ya cîgir e.
Ebûdî roja Înê (27ê Mijdara 2026an) di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku hikûmet bi giyanekî niştimanî ku xwe dispêre destûrê, çaverêyî wê gotûbêjê ye ya ku biryar e di 1ê Berçileyê de birêve biçe.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê her wiha tekez kir ku Kurd beşekî resen ê pêkhateya niştimanî ya Iraqê ne û hemû Iraqî di maf û erkan de wekhev in.