Şandeyeka Dem Partiyê bi Davutoglu re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeyeka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) serdana bingeha sereke ya Partiya Paşerojê ya Tirkiyeyê kir.

Şandeyeka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) îro (Sêşem, 3ê Sibata 2026ê) bi serokatiya Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari û herwesa cîgirên serokên fraksiyona wê partiyê Sezai Temelli û Gulistan Kiliç Koçigit serdana Partiya Paşerojê kir û bi serokê wê partiyê Ahmet Davutoglu re civiyan.

Li gorî zanyarên medyaya Tirkiyeyê, tewerê sereke yê wê civînê dê mijara Rojavayê Kurdistanê û helwesta Tirkiyeyê be. Dem Partiyê herwesa di rojên borî de jî serdana hejmareka part û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê kir.