Li Tirkiyeyê projeyasayek ji bo parastina zarokan ji ziyanên elektronî hat amadekirin
Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê rêziknameya ku armanca wê parastina zarokan ji zirarên cîhana dîjîtal e, gihîştiye qonaxa xwe ya dawî. Li gorî vê, ger rêzikname ji Lijneya Giştî ya parlamentoya Tirkiye derbas bibe dê zarokên di bin 15 salî de, heta bi destûra dêûbavan jî, nikaribin li ser malperên medyaya civakî hesaban vekin.
Rêziknameya medyaya civakî ya ji bo zarokên temenê wan di bin 15 salî ber bi dawiyê ve diçe. Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê pêşnûme pêşkêşî koma Ak Partiyê kir. Li gorî vê; zarokên bin 15 salî, heta bi destûra dêûbavan jî nikarin li ser malperên civakî hesaban vekin û divê platform temenê wan verast bikin. Guhertin armanc dike; ‘Qanûna Rêkxistina Weşanên li ser Înternetê û Têkoşîna li dijî Sûcên ku bi rêya Weşanên Wisa têne Kirin’ nû bike û hat diyarkirin, qanûnên heyî ji bo parastina zarokan têrê nakin.
Parêzer Şahîn Antakyalioglu dibêje: “Li gorî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û xala 41an a Destûra Bingehîn, parastina zarokan ji her cure îstîsmar û îhmalê, erka bingehîn a dewletê ye. Ev tenê bi qedexeyan nabe; divê dêûbav û zarok ser mafên xwe bên perwerdekirin. Ji bo geşedana zihnî û fîzîkî ya zarokan xera nebe, pêwîst e sînorê temen û kontrola tund were danîn. Ji bo mîsogerkirina pêşeroja nifşê nû, divê Dadgehên malbatê û arokan rêkarên xwe zêde bikin, sûcdar werin cezakirin û pêşnûme li meclîsê demildest were pejirandin."
Di pêşnûmeyê de her çend sînorekî giştî bo lîstikên onlina tune be jî, pergala nirxandina li gorî temenî dibe mecbûrî da ku zarok tenê bigihîjin lîstikên guncaw yên li gorî temenê xwe. Welatiyên Enqerê jî vê pêşnûmeyê dinirxînin ku biya wan tiştekî baş e.
Welatî Omer Faruk Çagli: “Divê ev platform werin qedexekirin; zirara wan ji ya perwerdehiyê zêdetir e. Di fîlman de nîşandana mafya, alkol û cixarê derûniya civakê xera dike. Zarok divê ne bi ekranan, bi germiya dê û bavan û bi perwerdehiya malbatê mezin bibin."
Welatî Aygul Balaban: “Daxwaza me ew e ku em zarok û neviyên xwe ne bi medyayê, lê bi terbiyeya bav û kalan mezin bikin. Divê înternet ji bo zarokên bin 18 salî re were qedexekirin. Medya nifşê nû xera dike, wan ji ol û çanda me dûr dixe. Dilê min ji bo vî nifşî dişewite.”
Li gorî rapirsiyeyeke saziya rêkxistina medyayê ya Brîtanyayê Ofcomê jî, %22ê zarokên di navbera 8-17 salî de, li ser medyaya civakî temenê xwe wekî 'mezintirî 18 salî' nîşan didin.