Herêma Kurdistanê û Îmarat têkiliyên xwe di warên enerjî û jêrxaneyê de pêş dixin
Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Enerjî û Jêrxaneyê yê Îmaratê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Dubayê bi Wezîrê Enerjî û Jêrxaneyê yê Îmaratê re civiya û pê re li ser xurtkirina têkiliyên dualî di warên jêrxane û enerjiyê de û bi taybetî jî di sektora elektrîkê de li hev kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 4ê Sibata 2026ê) êvarê li Dubayê di çarçoveya hevdîtinên xwe de li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bi Wezîrê Enerjî û Jêrxaneyê yê Îmaratê Suheyl Elmezroî re civiya.
Her du alî li ser xurtkirina têkiliyên dualî di warên jêrxane û enerjiyê de û bi taybetî jî di sektora elektrîkê de hevnerîn bûn, di vî warî de bi girîngî ve amaje bi projeya Ronakiyê û dabînkirina elektrîka 24 saetî li Herêma Kurdistanê hat kirin.
Her di wê civînê de, Wezîrê Enerjî û Jêrxaneyê yê Îmaratê amadebûna welatê xwe ji bo hemî alîkariyên diyar kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêr (Duşem, 2ê Sibata 2026ê) li ser vexwendina fermî ya Cîgirê Serok û Serokwezîrê Îmaratê û Dadwerê Dubayê Şêx Mihemed bin Raşid Al Mektûm, bi merema tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de gihîşt Dubayê û ji hêla Wezîrê Dadê yê Îmaratê Ebdila Elniêmî ve pêşwaziya wî hat kirin.