Mesrûr Barzanî: Divê berbijarê Serokkomarê Iraqê li parlamentoyê bê yekalîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: Divê berbijarê Serokkomar ji aliyê hemî xelkê Kurdistanê ve qebûlkirî be. Tekez jî kir ku mekanîzma herî baş ew e ku, berbijarê Serokkomar li parlementoyê bê yekalîkirin û bi piraniya dengan bê destnîşankirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 4ê Sibata 2026ê) di serdana xwe ya ji bo Îmaratê de û di pareka çavpêkeftina xwe ya ligel Kurdsitan24ê de, ku biryar e îşev saet 8:00 bê pêşkêşkirin, li ser posta Serokkomarê Iraqê ragihand: Heta niha tu lihevkirinek nehatiye kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir: Divê berbijarê Serokkomar ji aliyê hemî xelkê Kurdistanê ve qebûlkirî be, ne ku berbijarê partiyekê be ku di hilbijartinan de jî bi ser neketiye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got: Mekanîzma herî baş ew e ku berbijarê Serokkomar li parlementoyê bê yekalîkirin û bi piraniya dengan bê destnîşankirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêr (Duşem, 2ê Sibata 2026ê) li ser vexwendina fermî ya Cîgirê Serok û Serokwezîrê Îmaratê û Dadwerê Dubayê Şêx Mihemed bin Raşid Al Mektûm, bi merema tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de gihîşt Dubayê û ji hêla Wezîrê Dadê yê Îmaratê Ebdila Elniêmî ve pêşwaziya wî hat kirin.