Medyaya Fermî ya Îranê: Roja Înê danûstandinên Îran û Amerîkayê tên destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku, Iraqçî û Witkoff dê li roja Înê li Omanê bicivin û danûstandin dê mîna gera pêştir bin.
Medyaya fermî ya Îranê îro (Çarşem, 4ê Sibata 2026ê) ragihand: Danûstandinên Amerîka û Îranê dê li roja Înê bên destpêkirin û Iraqçî û Witkoff dê çavdêriya wan danûstandinan bikin.
Medyaya fermî ya Îranê amaje jî da ku, Iraqçî û Witkoff dê li roja Înê li Omanê bicivin û danûstandin dê mîna gera pêştir bin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî duhî (Sêşem, 3ê Sibata 2026ê) ragihand ku, wî Wezîrê Derve yê welatê xwe Ebas Iraqçî ji bo destpêkirina danûstandinan bi Amerîkayê re raspartiye.
Gera dawiyê ya danûstandinên di navbera Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de di mehên Nîsan û Gulanê yên sala borî de li ser bernameya atomî ya Îranê bû.
Pênc gerên van danûstandinan li Oman û Îtalyayê hatin lidarxistin. Danûstandin bi awayekê nerasterast eşkere bûn, lê bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê û destpêkirina şerê 12 rojî re, têkçûna danûstandinan jî hat ragihandin.