Hatîmogullari: Divê komîsyona aştiyê serbixwe ji pêşhatên Sûriyeyê gavên xwe biavêje
Enqere (K24) – Hevserokên DEM Partiyê bi rojeva pirsa Rojava serdana Partiya Siberojê kirin û bi serokê giştî yê partiya Siberojê Ehmed Davutoglu re civiyan. DEM Partî bang li desthilatê kir ku ji bo xurtkirina aştiya navxweyî pêwîstî bi gavên yaseyî heye ku dê bandoreke erênî li ser aştiya herêmê jî bike. Parlamenterekî Partiya Siberojê jî got;gavên demokratîkbûnê yên li Tirkiyeyê bandoreke rasterast li Kurdên Iraq û Sûriyeyê dikin
Şandeya DEM Partî ku ji Hevserokên wê Tuncer Bakirhan, Tulay Hatîmogullari û serokwekîlê komê Sezaî Temellî pêk tê bi rojeva ‘Rojava’ serdana Partiya Siberojê kir. Di hevdîtina ligel serokê Giştî yê partiye Ehmed Davutoglu de ser rêkeftina navbera HSD û Hikûmeta Şamê, şandina alîkariyên mirovî ji deriyê Mûrşîtpinarê bo Kobaniyê û pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê hat axaftin. Her du aliyan bal kişandin ku divê hikûmet ji bo aştiya navxweyî ya welat, bêyî li bendamayîna geşedanên li Sûriyeyê qanûnî biavêje.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari got: “Rêkeftina 30ê Çileyê ya navbera HSD û Şamê ji bo entegrasyoneke demokratîk li Sûriyeyê gaveke girîng e. Ji bo pêşveçûna rêkeftinê, divê Tirkiye roleke erênî bilîze û ji bo alîkariyên mirovî deriyê Mûrşîtpinarê bo Kobanê veke. Pêwîst e desthilat jî bêyî taloqkirin û li benda geşedanên derve bimîne, raporta hevbeş amade bike û gavên yaseyî biavêje. Komisyona aştiyê jî divê nexşerêya xwe serbixwe ji geşedanên li Sûriyeyê diyar bike.”
Ahmet Davutoglu jî bang li ronakbirên Tirkiyeyê kir ku li hemberî geşedanên Sûriyeyê bi hişmendî tevbigerin. Davutoğlu ev lihevkirin wekî "lihevkirina Sûriyeyiyan" pênase kir û diyar kir ku dema deriyên sînor radestî rêveberiya Sûriyeyê bên kirin, divê Tirkiye jî deriyên xwe veke.
Parlamenterê Partiya Siberojê Mustafa Bilicî ji K24ê re got: “Li Sûriyeyê piştî 14 salên şer, koçberî û xizaniyê, niha hêviyek ji bo rêkeftineke mayînde çêbûye. Şandeya DEM Partiyê bi vê rojevê serdana me kir û daxwaza vekirina deriyên Nisêbîn û Mûrşîtpinarê kir da ku alîkariyên mirovî derbas bibin. Hêviya me ew e ku li Sûriyeyê hemû gel, bi taybetî Kurd, bigihîjin mafên xwe yên di bin garantiya destûra bingehîn de. Herwiha, jiber ku gavên demokratîkbûnê yên li Tirkiyeyê bandoreke rasterast li Kurdên Iraq û Sûriyeyê dikin, divê em vê pêvajoyê bi lez û bi hişmendî pêş bixin.”
Şandeya DEM Partî, piştî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê, ji bo balê bikşîne ser rewşa xetere ya herêmê dest bi serdana partiyên siyasî kir. Di vê çarçoveyê de şandeyê serdana partiyên mixalefetê yên wekî CHP, DEVA û Partiya Saadetê kir û geşedanên dawî bi wan re nîqaş kirin.