Mesrûr Barzanî daxwaza endamtiya Herêma Kurdistanê di UNESCOyê de kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dubayê ligel Rêveberê Giştî yê nû yê UNESCOyê Khaled el-Anany civiya. Di hevdîtinê de Barzanî daxwaz kir ku Herêma Kurdistanê di nava UNESCOyê de wekî "endama beşdar" cih bigire.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 4ê Sibatê li perawîza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan, ligel Rêveberê Giştî yê nû yê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Khaled el-Anany hevdîtinek pêk anî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Khaled el-Anany kir ji bo destbikarkirina wî di posta nû de û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest.

Rêveberê Giştî yê UNESCOyê di civînê de, behsa projeyên rêxistinê yên ji bo parastin û nûjenkirina şûnwarên dîrokî kir. El-Anany bi taybetî bal kişand ser projeya nûjenkirina Qelaya Hewlêrê û ew wekî şûnwareke dîrokî û dêrîn a giring a cîhanê wesif kir.

Di mijareke dina hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku Herêma Kurdistanê wekî "endameke beşdar" di nava rêxistina UNESCOyê de cih bigire, da ku karibe hîn bi bandortir di projeyên çandî û zanistî de cih bigire.

Rêveberê Giştî yê UNESCOyê li hember vê daxwazê amadehiya rêxistina xwe ji bo her cure hevkarî û hevahengiyeke pêwîst nîşan da.