ENKS: Di civîna bi Ehmed Şera re mafên Kurdan û avakirina Sûriyeya nû hatin gotûbêjkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – ENKSê naveroka hevdîtina xwe ya ligel Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera aşkere kir û da zanîn, di hevdîtinê de mijarên niştimanî, doza Kurd, avakirina "Sûriyeya nû" bi rêya diyalogê û peydakirina çareseriyên siyasî yên mayînde hatine gotûbêjkirin.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) derbarê hevdîtina xwe ya ligel Serok Ehmed Şera daxuyaniyek belav kir û diyar kir, Desteya Serokatiya ENKSê roja sêşemê, 3ê Sibata 2026an, li Şamê ligel Serok Ehmed Şera civiyaye. Ev hevdîtin jî , piştî civîna şandeya ENKSê ya ligel Wezîrê Derve Esed Şeybanî ya roja 2ê Sibatê de pêk hatibû.
ENKSê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, wan di civîna bi Şera re helwesta xwe ya dîrokî ya ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a ji bo hemû Sûriyeyiyan dubare kiriye û daxwaz kiriye ku mafên neteweyî yên gelê Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de werin mîsogerkirin.
Daxwaza parastina mafên Kurdan di destûrê de
ENKSê pêşwazî li "Biryarnameya hejmar 13" kir û ew wekî gaveke erênî û giring binav kir. Lê belê, ENKSê daxwaz kir ku ev biryarname were temamkirin û mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî fermî di destûra nû ya Sûriyeyê de were cihkirin.
Herwiha ENKSê tekez kir, divê Sûriye xwedî nasnameyeke piralî (neteweyî û olî) be, da ku dadperwerî û wekhevî di navbera hemû pêkhateyan de were dabînkirin.
Ehmed Şera: Divê neheqiyên li dijî Kurdan werin çareserkirin
Li gorî daxuyaniya ENKSê, Ehmed Şera di hevdîtinê de tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina wan neheqî û zulmên ku di dema borî de li dijî Kurdan hatine kirin, kir. Herwiha Şera bal kişand ser giringiya beşdariya çalak a Kurdan di hemû astên pêvajoya avakirina welat de.
Serokê Sûriyeyê destnîşan kir jî, divê diyalog û peywendiya berdewam bibe bingeha çareseriyê. Herwiha bang kir ku gotara kîn û nefretê were redkirin û baweriyeke dualî di navbera pêkhateyan de were avakirin, da ku ewlehî, aramî û dewleteke li ser bingeha yasa û saziyan were avakirin.