Dihok: Li qezaya Şêxanê 67 projeyên xizmetkariyê bi dawî bûn

Wêne: Ji Facebooka Parêzgeha Dihokê
Wêne: Ji Facebooka Parêzgeha Dihokê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li sînorê qezaya Şêxanê û nahiyeyên ser bi wê ve, di çarçoveya kar û bernameyên xizmetkariyê yên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 67 projeyên cihêreng di dema salekê de (2025-2026) bi temamî hatine qedandin û ketine di xizmeta welatiyan de.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Parêzgeha Dihokê ve hatine belavkirin, ev projeyên hatine bicihanîn sînorê senterê qezaya Şêxanê û nahiyeyên Etrûş, Baedrê, Kelekçî, Qesrok û Kelekê vedigirin.

Projeyên ku hatine qedandin:

- Rê û rêbar: Vekirin, sexbêrkirin, qîrkirin û konkretkirina hejmareke zêde ya cadeyan.

- Kareba giştî: Gehandina karebê bo hejmareke gundan û ronkirina cadeyên sereke yên nav senterên bajêran.

- Sektorê perwerde û werzişê: Nûjenkirin û çêkirina avahiyên dibistanan, holên bîranînan, yarîgehên werzişî û parkên giştî.

- Kerta avê: Kolana bîrên avê û gehandina torên nû yên avê bo deverê.

Hate diyarkirina jî ku xêncî van 67 projeyên ku bi temamî ketine di xizmeta giştî de, li sînorê qezaya Şêxanê kar li ser qonaxên cihêreng ên hejmareke din a projeyên xizmetkariyê jî berdewam e.

Wêne: Ji Facebooka Parêzgeha Dihokê
Wêne: Ji Facebooka Parêzgeha Dihokê
Wêne: Ji Facebooka Parêzgeha Dihokê