Kobanê di bin dorpêçê de ye: 150 hezar kes bê av û elektrîk maye
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê, bajarê Kobanê hîn jî di bin dorpêçeke giran de ye. 150 hezar sivîlên li bajêr ji ber nebûna înternet, elektrîk, av û sotemeniyê di nava krîzeke dijwar a mirovî de ne.
Dorpêça li ser bajarê Kobanê ku ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve tê meşandin, bariya jiyana rojane ya xelkê herêmê gelekî giran kiriye. Li gorî zanyariyan, zêdetirî 150 hezar sivîl li navenda bajêr û gundewarên wê ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar mane.
Yek ji pirsgirêkên herî mezin a niha li Kobanê peydakirina înternetê ye. Welatiyên ku dixwazin agahiyan ji malbatên xwe yên li derve wergirin, neçar dimînin ku biçin ser cihên bilind an jî hilkişin ser daran.
Welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm derbarê vê rewşê de ji Kurdistan24ê re got: "Birayê min li Ewropayê ye, ez nikarim xeberê jê wergirim. Em diçin ser cihên bilind da ku hinekî sînyal were. Ev 12 roj in em di bin dorpêçê de ne; şebeke tune ye, elektrîk, av, mazot û benzîn tune ne. Di vê serma û zivistanê de milet perîşan bûye."
Herwiha welatî Samîr Ehmed bal kişand ser qutbûna pêwendiyan û wiha axivî: "Înternet li Kobanê hatiye qutkirin. Tenê li çend cihên taybet sînyaleke lawaz heye. Milet li wir kom dibe da ku nûçeyan fêm bikin û bizanibin çi diqewime. Em dixwazin înternet û pêwendî dîsa werin vekirin."
Dorpêçê bandoreke rasterast li ser sûk û bazarên bajêr kiriye. Ji ber girtina rêyan, xurek û sebze nagihîjin bajêr, ev yek jî bûye sedema giranbûna bihayên kelûpelan.
Welatî Alan Osman ku wek koçber hatiye navenda Kobanê, dibêje: "Rewşa me gelekî xirab e. Em ji gundên xwe koçber bûn û niha li vir di bin dorpêçê de ne. Ne karê me maye û ne jî dikanên me. Em nizanin dê rewş ber bi ku ve biçe."
Çavê xelkê li cîbicîkirina rêkeftinê ye
Tevî ku hatiye ragihandin ku hêzên navxweyî yên hikûmetê dê derbasî nav bajaran bibin û dorpêç were rakirin, lê heta niha li Kobanê guhertineke berçav çênebûye. Welatî bang dikin ku xalên rêkeftinê yên derbarê rakirina dorpêçê û vekirina rêyan tavilê werin cîbicîkirin, da ku karesateke mirovî ya hîn mezintir rû nede.