CENTCOM: Me li Sûriyeyê pênc êrîşên asmanî kirin ser DAIŞê

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku, di dema hefteya borî de bi rêya opersyoneka asmanî ya berfireh gurzekê kujek li jêrxaneya leşkerî û lojîstîkî ya DAIŞê li Sûriyeyê daye. Ev êrîş, ku bi rêya bikaranîna bi dehan mûşekan hatine kirin, wekî pareka Operasyona “Hawkeye Strike”ê tên, ku armanc jê bersivdana kuştina leşkerên Amerîkayê û rêgirtina li rêkxistina rêkxistinên terorîst e.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Çarşem, 4ê Sibata 2026ê) di ragihandinekê de eşkere kir ku, di navbera 27ê Çileyê heta 2ê Sibatê de, hêzên wan pênc êrîşên asmanî kirine ser çend armancên destnîşankirî yên DAIŞê li deverên cuda cuda yên Sûriyeyê.

Li gorî wê ragihandinê, hêzên Amerîkayê bi arastekirina 50 mûşekan ku bi rêya balafirên şer, helîkopter û dronan, kariye cihên hestyar ên DAIŞê wêran bikin. Ew armanc jî ev bûn; bingeheka têkiliyan, navendeka lojîstîkî ya girîng, gelek embarên çek û teqemeniyan.

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper jî ji aliyê xwe ragihand: Lêxistina van armancan delîl e li ser berdewamiya baldarî û israra me ji bo pêşîgirtina li serhildana DAIŞê li Sûriyeyê.

Brad Cooper amaje da rola hevparên jî û got: Xebata bi hevahengî ya hêzên hevpeyman û hevparên me re ji bo piştrastbûna ji şkandina bi tevahî ya DAIŞê dibe sedema wê yekê ku Amerîka, dever û cîhan zêdetir parastî bin.

Ev hejmara êrîşan di çarçoveya Operasyona “Hawkeye Strike”ê de tê kirin, ku hêzên Amerîkayê û hevparên wê wekî bersiveke ji bo êrîşa 13ê meha Çileyê ya borî dest pê kiriye. Di wê rojê de, çekdarên DAIŞê di bûseyekê de li devera Tedmûrê êrîşî hêzên Amerîka û Sûriyeyê kirbû û du leşkerên Amerîkayî û wergêrek hatibûn kuştin.