Bazirganên Ozbekistan û Herêma Kurdistanê têkiliyên xwe berfireh dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komeleya Hinardekaran û Pîşesaziya Petrolê li Ozbekistanê ragihand: Qebareya bazirganiya me bi Iraqê re bi rengekê giştî 80 milyon dolar e. Em dixwazin wê zêdetir bikin, herwesa em dixwazin têkiliyên di navbera bazirganên Ozbekistan û Herêma Kurdistanê de jî zêdetir pêş bixin.
Serokê Komeleya Hinardekaran û Pîşesaziya Petrolê li Ozbekistanê Yarkin Malikov îro (Çarşem, 4ê Sibata 2026) piştî civîna xwe ya bi Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê re ragihand: Em bi şandeyeka mezin ji 50 bazirganan ji heşt warên cuda cuda hatine Herêma Kurdistanê. Em bizavê dikin ku têkiliyeka baştir bi Herêma Kurdistanê re çê bikin.
Yarkin Malikov hrwesa got: Qebareya bazirganiya me bi Iraqê re bi rengekê giştî 80 milyon dolar e. Em dixwazin wê zêdetir bikin. Herwesa em dixwazin ku têkiliyên di navbera bazirganên Ozbekistanê û Herêma Kurdistanê de zêdetir pêş bixin û em dixwazin zêdetir kelûpelan ji welatê xwe hinardeyî Kurdistanê bikin.
Navbirî amaje jî da: Em dixwazin xwediyên karan û bazirgan jî bi eynî rengî serdana me bikin û em pêşwaziya wan bikin. Di vê çarçoveyê de jî, me nameyeka vexwendinê ya fermî ji Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê re şand.
Serokê Komeleya Hinardekaran û Pîşesaziya Petrolê li Ozbekistanê eşkere jî kir: Em dixwazin berhemên Kurdistanê jî hinardeyî Ozbekistanê bikin. Hikûmeta me piştgiriyê dide veberhênana biyanî. Em hêvî dikin ku bi rêya bazirgan û xwedankarên xwe têkiliyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re zêdetir pêş bixin.