Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Sibatê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot kir. Ev hevdîtin piştî rêzehevdîtinên giring ên wezîrê Fransî yên li Hewlêrê pêk hat.
Jean-Noel Barrot ku duh bi serdaneke fermî gihîştibû Herêma Kurdistanê, di destpêka gera xwe de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya. Piştî civînê, di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de, her du aliyan tekezî li ser berfirehkirina hevkariya stratejîk a navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê kirin û Fransa piştgiriya xwe ya ji bo aramiya herêmê nû kir.
Civîna bi Mezlûm Ebdî re: Dosyaya Rojava û DAIŞ
Duh bi şev, Wezîrê Derve yê Fransayê hevdîtineke taybet ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û şandeya pê re (Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn û Hevseroka Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed) pêk anî.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tora civakî “X”ê ragihand, wan ligel wezîrê Fransî hûrgiliyên rêkeftina 29ê Kanûna borî ya navbera HSD û hikûmeta Şamê gotûbêj kirine. Ebdî diyar kir ku di civînê de li ser sê tewereyên sereke hatine sekinîn:
1- Hûrgiliyên rêkeftina HSD û Şamê.
2- Rêkarên rûbirûbûna bermayiyên DAIŞê.
3- Mekanîzmaya parastina malbat û çekdarên girtî yên DAIŞê.
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî
Her wiha, duh Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî pêşwazî li Mazlûm Ebdî û şandeya pê re kiribû. Di vê civînê de rewşa giştî ya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi hûrgilî hat nirxandin û giringiya diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyan hat destnîşankirin.
Serdana Jean-Noel Barrot û hevdîtinên wî yên li gel Serok Barzanî, serkirdayetiya Herêmê û fermandariya HSDê, nîşana rola çalak a Fransayê ye wekî garantorekî navdewletî ji bo parastina mafên Kurdan û mîsogerkirina aramiya navçeyê.