Şandeyeka Kobaniyê li Helebê daxwaza rakirina dorpêça li ser bajarê xwe kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeyeka fermî ya bajarê Kobaniyê serdana bajarê Helebê kir û bi rayedarên Hikûmeta Sûriyeyê re rewşa xizmetkariyan û rakirina dorpêçê li ser bajarê xwe nîqaş kirin.

Hevserokê Encûmena Rêveber a Kobaniyê Ferhan Hac Îsa duhî (În, 6ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, şandeyeka payebilind a wî bajarî li ser vexwendineka fermî serdana parêzgeha Helebê kiriye.

Ferhan Hac Îsa eşkere jî kir ku, armanca sereke ya wê serdanê nîqaşkirina dozên mirovî û xizmetguzariyan bûye, bi taybetî jî rakirina wê dorpêça xistiye ser Kobaniyê. Wê şandeyê daxwaz kiriye ku, xizmetkariyên av, elektrîk û înternetê ji bo Kobaniyê bên vegerandin û rêya bazirganiyê bê vekirin.

Navbirî amaje jî da ku, wan daxwaz kiriye ku pevçûnên leşkerî li gundên derdora Kobaniyê bên rawestandin û aware vegerin ser mal û halên xwe. Herwesa got: Helwesta aliyê Hikûmeta Sûriyeyê erênî bûye û di navbera her du aliyan de hevfêmkirin çê bûye.

Ev jî di demekê de ye ku, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li roja Înê (30.01.2026) hûrgiliyên stratejîk ên lihevkirina bi hikûmeta nû ya Şamê re eşkere kirin. Mezlûm Ebdî eşkere jî kir ku, ev pêngava wan ji bo pûçkirina planên qirkirina gelê Kurd hatiye avêtin. Xalên herî girîng jî ev in:

- Hêzên leşkerî: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê bibe pareka Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, lê wekî lîwa û yekîneyên leşkerî dê li deverên xwe bimînin.

- Doza Ewlehiyê: Hêzên Ewlehiyê dê bibin pareka Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê û dê erkê parastina nav bajaran werbigirin; Artêşa Sûriyeyê dê neçe nav tu bajar û gundê Kurdan.

- Birêvebirin û Ziman: Perwerde bi zimanê Kurdî li dibistan û zanîngehan dê bê fermîkirin. Karmendên Rêveberiya Xweser dê bibin karmendên dewletê û birêvebirina deverê dê di destê xelkê deverê de be.

- Rewşa Kobaniyê: Dorpêça li ser Kobaniyê dê bê rakirin û ew hêz dê ji hundir bo derdora wî bajarî bên vekişandin.

- Garantiya navneteweyî: Amerîka û Fransa li ser wan hûrgiliyan haydar in û dê wekî garantîkerên siyasî bimînin.

Mezlûm Ebdî tekez jî kir ku, her çend ew lihevkirin li asta hemî daxwazên wan nîne jî, lê ew ji bo parastina destkeftiyan di vê qonaxê de çêtirîn vebijark bû.