Bendava Aqubanê li Şeqlawayê di ser de çû

Bendava Aqubanê
Bendava Aqubanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber wê pêla berf û baranan a giran ku di dema borî de deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê vegirtine, Bendava Aqubanê li qezaya Şeqlawayê ya Herêma Kurdistanê bi tevahî tijî bû û di ser de çû.

Li gorî zanyarên peyamnêra Kurdistan24ê Hevrist Receb, Bendava Aqubanê, ku yek ji projeyên stratejîk ên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, bi 8 milyar û 100 milyon dînaran hatiye çêkirin.

Ev bendav xwedî taybetmendiyeka teknîkî ya bilind e, 31 metreyan bilind e û rûberê wê 400 hezar metreyên ducarkî ye, herwesa dikare 2.6 milyon metreyên sêcarkî yên avê vegire.

Ev proje ne tenê ji bo vegirtina avê ye, belkî gelek armancên piralî jî hene, wekî: zêdekirina asta ava binerd, herwesa pêşxistina avdêriyê û vejandina çavkaniyên masiyan li deverê. Tevî parastina xwezaya deverê û pêşîgirtina li xeteriyên lehiyê, wekî devereka geştiyariyê ya girîng li Şeqlawayê feyde jê tê dîtin.

Diserdeçûna Bendava Aqubanê bi bilindbûna berçav a asta avê li hemî bendavên Herêma Kurdistanê re hevdem e. Li gorî amarên fermî, ji ber baranên îsal, tevahiya ava vegirtî ya Herêma Kurdistanê ji yek milyar metreyên sêcarkî yên avê derbaz bûye, ev jî wekî mizgîniyeka dilxweşker ji bo cotkaran û pêngaveka girîng ji bo têkoşîna li dijî hişkesaliyê û parastina jîngehê tê dîtin.