Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Nûrî Osman kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya dayika Nûrî Osman, di peywendiyeke telefonî de sersaxî li wî kir.
Di peywendiya telefonî de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe gihand Endamê Komîteya Navendî ya PDKê û Berpirsê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nûrî Osman.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî ji Xwedayê mezin xwast ku giyanê dayika wî bi bihiştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbat wan.