Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Ebdullah Elî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî li Ebdulla Elî kir, bi boneya koça dawî ya birayê wî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 7ê Sibatê, di peywendiyeke telefonî de bi hinceta koça dawî ya birayê wî, sersaxî li Ebdullah Elî kir.
Di peywendiyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe gihand Ebdullah Elî û ji Xwedayê mezin hêvî xwast ku giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata wan.
Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya sebir û aramiyê ji bo malbat û xizmên xwedêjêrazî xwast.