Serok Barzanî pîrozbahî li Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 32emîn salvegera damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Sekreterê Giştî û serkirdatiya wê partiyê kir.
Baregeha Barzanî îro 7ê Sibata 2026an belav kir, Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahadîn Behaedîn û hemû endam û alîgirên wan kir.
Di peyama Serok Barzanî de wiha hat gotin:
"Bi boneya sî û duyemîn salvegera ragihandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, pîrozbahiyê li birêz Mamoste Selahadîn Behaedîn, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, serkirdatî û hemû endam û alîgirên Yekgirtûya Îslamî dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan dixwazim."