Li Hewlêrê Korbanda Veberhênanê ya Kurdistan û Siûdiyê dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya berpirsên hikûmî û xwediyên kompanyayan, sibe Korbenda "Maseya Gilover" a ji bo veberhênana di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Erebistana Siûdî de li Hewlêrê dest pê dike.
Biryar e sibê, 8ê Sibata 2026an, li bajarê Hewlêrê, çalakiyên Korbenda Aborî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî de werin destpêkirin. Armanca sereke ya vê forumê, bihêzkirina peywendiyên bazirganî û vekirina asoyên nû ji bo veberhênerên Siûdî ye, da ku di sektorên cuda de projeyên mezin û stratejîk li Herêma Kurdistanê encam bidin.
Korbend bi gotarên xêrhatinê yên Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî û Rêveberê Ofîsa Nûnertiya Bazirganî ya Konsulxaneya Siûdî Ezam Mihemed Ebdullatîf dest pê dike. Di vê beşê de dê bal were kişandin ser peywendiyên dualî û daxwaza her du aliyan ji bo geşepêdana sektora veberhênanê.
Herwiha bi dirûşma 'Veberhênan li Kurdistanê', dê agahiyên berfireh û fîlmeke belgeyî li ser jîngeha kar û wan hêsankariyan werin pêşkêşkirin ku hikûmet ji bo kompanyayên biyanî dabîn dike.
Beşeke girîng a vê forumê ji bo guftûgoya rasterast a di navbera wezaretên hikûmetê û veberhêneran de hatî veqetandin. Di vê çarçoveyê de, dê bersiva pirsên derbarê rênimayên yasayî û wan xizmetguzariyan were dayîn ku hikûmet ji bo rakirina astengên li pêşiya projeyên mezin pêşkêş dike.
Di heman demê de, derfetek tê afirandin ku kompanyayên Siûdî û yên navxweyî ji nêzîk ve hevdu nas bikin, dosyayên projeyan parve bikin û ji bo karên hevbeş hevahengiya rasterast bikin.
Di dawiya çalakiyan de, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî dê gotarekê pêşkêş bike. Tê de dê kurteya encamên guftûgoyan û nexşerêya pêşerojê ya hevkariyên aborî yên di navbera Hewlêr û Riyadê de ji bo qonaxa bê werin diyarkirin.