Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata Hesen Mihemed Bawerkî re xwest
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxî ji kesûkar, malbat û hevalên kesatiyê welatparêz û Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Hesen Mihemed Bawerkî kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 8ê Sibata 2026ê) peyamek belav kir û tê de sersaxî ji kesûkar, malbata û hevalên kesatiyê welatparêz û Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Hesen Mihemed Bawerkî kir.
Behînameya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Em behî û serexweşiyê li malbat û hevalên Xudêjêrazî, kesatiyê welatparêz û Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Hesen Mihemed Bawerkî dikin û ez hevpişkê xema wan im. Xudayê mezin canê wî bi beheştê şa bike û sebir û hedarê bi kesûkar û hevalên wî bide.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê