Li Tirkiyeyê zarok ji ber pirsgirêkên aborî dest ji xwendinê berdidin
Enqere (K24) - Sendîqaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê Eğitim-Sen eşkere dike: Dî nîva yekemîn a werzê xwendinê ya sala borî de milyonek û nîv zarok neçûne dibistanê. Sedan hezar zarok an wekî karkerên demsalî ji dibistanê dûr mane, an jî neçar mane bi temamî dest ji xwendina xwe berdin da ku karek peyda bikin û alîkarê debara jiyanê ya malbata xwe bin.
Li gor rapora Sendîqaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê Eğitim-Senê, di nîva yekê ya werzê xwendinê ya sala 2024 û 2025ê de, milyonek û nîv zarok neçûne dibistanê.
Ev hejmar rekora sê salên dawî ye û rêveberekî wê sendîqayê dibêje, ji qeyrana aborî heta gelek pirsgirêkên teknikî yên di sîstema perwerdeyê de wisa dike ku hejmara zarokên ku ji derveyî dibistanê dimînin zêdetir bibe.
Serokê Şaxa Hejmar 2 a Stenbolê ya Eğitim-Senê Hanîfî Baydindir ragihand: Dayik û bav gazindeka zêde ji bihabûna xercên xwendinê dikin, hin xwendekar jî di wê baweriyê de ne êdî li Tirkiyeyê xwendin çi kar û paşarojeke geş pêşkêşî wan nake.
Jinekê ji di vî warî de got: Min dirêjî neda xwendinê û min xwest li şûna ku bixwînim baştir e holeke ciwankariyê vekim. Ji ber ku li vî welatî çi kes bi xwendinê nagihije çi encameke baş. Jixwe gelek kes jî êdî piştî ku dest ji xwendinê berdidin, wekî min karek jî peyda nakin û yekser bo Ewropayê koç dikin. Yên dixwînin jî koç dikin. Çi cûdahî nîne.”
Mêrekî jî got: Mehê herî kêm 15 hezar lîre pare bo xercên xwendina zarokê min diçe ku min tenê zarokek heye. Malbatên ku sê-çar zarokên xwe yên xwendekar hene, dê çi bikin? Nikarin çi bikin. Bi rastî jî gelek zehmet e, hem debara jiyanê zehmet e, hem jî xercên xwendina zarokan gelek biha ne.
Hejmara zarokên ku naçin dibistanê di demekê de rekor tomar dike ku, Tirkiye zêdetir ji pênc sal in di nava qeyraneke aborî de ye. Piraniya xwendekarên ku naçin dibistanê, neçar dimînin xwendina xwe nîvî bihêlin û berê xwe didin karekî.
Lê pirsgirêk tenê ne ev e. Hejmara mamosteyên ku nayên damezirandin jî gihiştiye nêzikê yek milyonê. Ev hejmar nîşan dide ku, sîstema perwerdeya Tirkiyeyê, wekî aboriya wê bi qeyraneke dijwar re rû bi rû ye.