Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê karwanekê alîkariyên Wezareta Darayî gihand Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê di çarçoveya erkên xwe yên mirovî yên berdewam de karwanekê nû yê alîkariyên Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihand deverên cuda cuda yên Rojavayê Kurdistanê, ev jî ji bo sivikkirina barê welatiyên wan deveran.

Nûnerê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Mihemed Mehdî ragihand: Ew alîkariyên ku ji hêla Wezareta Darayî ve hatine dabînkirin sektorên girîng ên wekî tenduristî, derman, xwarin û pêdivîtiyên rojane yên bingehîn ên welatiyan vedigirin.

Gihandina vî karwanê nû di demekê de ye ku, ew dever ji ber kêmbûna xizmetkariyên bingehîn û pêdivîtiyên mirovî dinale.

Li gorî amarên fermî, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê heta niha kariye bi rêya 396 barhilgiran zêdetir ji 332 hezar lîtreyên sotemeniyê û bi sedan tonên xwarinê û xizmetên tenduristiyê pêşkêşî şêniyên Rojavayê Kurdistanê bike.

Van bizavên mirovî heta niha gelek feyde gihandiye welatiyan û zêdetir ji 15 hezar kesan feyde ji wan alîkariyan wergirtiye, ku biryar e pêvajoya şandina alîkariyan li paşerojê jî berdewam be.

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê yek ji rêxistinên mirovî yên pêşeng ên deverê ye û di salên borî de rolekê bibandor di pêşkêşkirina alîkariyan ji bo lêqewimiyên karesatên xwezayî û şer û pevçûnan li Herêma Kurdistanê û derveyî Herêma Kurdistanê de lîstiye.