Agir berbû parzinîngeheka Bêciyê; zirarên canî û madî hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Şaneya Ragihadinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand ku, ji ber qewimîna şewatekê li parzinîngeheka Bêciyê, karkerek mir û çend kesên din jî ji ber dûmanê tûşî bêhntengiyê bûn.

Şaneya Ragihadinê ya Ewlehiya Iraqê îro (Duşem, 9ê Sibata 2026ê) daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku, agir berbûye yekîneya baştirkirina benzînê li Parzinîngeha “Selahedîn2”ê li Bêciyê. Tîmên berevaniya sivîl tavilê gihîştine cihê wê bûyerê û kariye wî agirî kontrol bikin.

Di derheqa zirarên canî de jî di wê daxuyaniyê de hat gotin: Termê karkerekî şewitî hat dîtin û ji bo bijîşkiya dad hat şandin, herwesa şeş heta heşt karkerên din jî ji ber dûmanê tûşî bêhntengiyê bûn û ji bo çareserkirinê ji Nexweşxaneya Giştî ya Bêciyê re hatin veguhastin.

Çavkaniyeka haydar jî amaje da ku, birêvebiriya wê parzinîngehê wekî rêkareka xweparastinê karkirina li wê yekîneya zirardîtî rawestandiye.

Aliyên têkildar jî ji bo diyarkirina sedema teqîna “komprêser”ê wê yekîneyê û nirxandina rêjeya zirarên madî dest bi vekolanê kiriye.

Ev bûyer di demekê de ye ku, rêkarên ewlehî û silametiyê yên tund li nav wê parzinîngehê hatine bicihanîn, ji bo rêgirtina li dubarebûna her bûyereka bi vî rengî.