Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê sê nivîsîngeh li Rojavayê Kurdistanê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê (BCF) qonaxeka nû ya karên xwe yên mirovî li Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin û piştî wergirtina destûra fermî û temamkirina rêkarên qanûnî, nivîsîngehên xwe li bajarên Qamişlo, Derk û Amûdê vekirin da ku alîkariyan bi awayekê dezgehî û rêxistî bigehîne aliyên hewcedar.

Endamê Desteya Birêvebirinê ya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê Rewec Hacî îro (Sêşem, 10ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, nivîsîngehên wan ên nû bi tevahî amade ne û bi rengekê qanûnî hatine tomarkirin û dest bi xebata xwe kiriye.

Rewec Hacî ron jî kir ku, wan daxwaza destûra karkirina ji bo rewşa awarte nekiriye, belkî destûra fermî ji Hikûmeta Sûriyeyê û Wezareta Derve ya wî welatî heye ku hemî deverên Sûriyeyê vedigire, ev jî bi hevahengiya nivîsîngehên rêxistinan li Qamişloyê û birêvebiriya deverê tê kirin da ku karên wan bi tevahî femî bin.

Li gorî gotinên wî berpirsê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê, wê dezgehê niha toreka berfireh heye û nivîsîngehên fermî li Şam, Heleb, Efrîn, Heseke, Qamişlo, Dêrik û Amûdê hene da ku karên xwe yên mirovî bi rê ve bibin.

Di derheqa rêjeya alîkariyan de jî, amarên wê dezgehê nîşan didin ku ji destpêka karê wan li Rojavayê Kurdistanê heta 8ê Sibatê, wan 367 karwanên alîkariyan gihandine deverê.

Di vê çarçoveyê de, wan nêzîkî 90 hezar danên xwarinê yên germ, alîkariyên xwarinê, pêdiviyên zivistanê û kelûpelên paqijkirinê li ser zêdetir ji 15 hezar malbatan belav kirine, herwesa zêdetir ji 332 hezar lîtreyên sotemeniyan ji bo germkirin û çêkirina xwarinê jî ji neh hezar û 64 malbatan re dabîn kirine. 

Di vê navberê de, tîmên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê xizmetên tenduristiyê pêşkêşî nêzîkî heşt hezar kesan kirine, ku pişkinîn û çareseriyên destpêkî vegirtine, herwesa bi rêya projeyan jî 906 derfetên karî yên demkî ji bo şêniyên deverê peyda kirine.

Ev pêngav jî di demekê de ne ku, rewşa aborî û mirovî ya deverê ji ber hevrikî û şerên navxweyî pêdivîtiyeka zêde bi alîkariyên bi vî rengî yên berdewam heye.