Peyamnêrê K24ê: HSD hêzên xwe ji rojavayê Hesekeyê vedikişe
Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê Kurdistan24ê zanyarên nû li ser tevgerên leşkerî eşkere kirin û ragihand ku, di çarçoveya hevfêmkirinekê de bi Hikûmeta Şamê re, biryar e ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji rojavayê Hesekeyê vekişe û hêzên ewlehiyê cihê wan bigirin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Ekrem Salih îro (Sêşem, 10ê Sibata 2026ê) zanyarên berfireh li ser pêşveçûnên dawiyê yên ewlehiyê û peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê de eşkere kirin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Herwesa got: Biryar e di demeka nêzîk de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji deverên rojavayê bajarê Hesekeyê vekişin. Amaje jî da: Ev pêngav wekî pareka bicihanîna wê pêkanînê ye ya ku di navbera Fermandariya HSDê û Hikûmeta Şamê de hatiye kirin.
Ekrem Salih di derheqa pirkirina valahiyên ewlehiyê de jî ron kir: Hêzên ewlehiya navxweyî dê li şûna hêzên HSDê bên binecihkirin. Tekez jî kir ku, li gorî naveroka wê peymanê, ewlehiya navxweyî dê li Hesekeyê bimîne û dê erkê parastina wî bajarî werbigire, bêyî ku hêzên artêşa Sûriyeyê biçin nav wî bajarî.
Navbirî amaje jî da ku, ew pêvajo hîn di qonaxa danûstandinan de ye û ew peyman bi rêjeya 100% nehatiye bicîhanîn.
Peyamnêrê Kurdistan24ê herwesa got: Heke ew hevfêmkirin wekî xwe û bi tevahî bê bicîhanîn, dê heta 15ê vê mehê hemî rêyên girtî bên vekirin, xasma jî rêya bajarê Kobaniyê ku dê ji bo welatiyan pêngaveka girîng be.
Ekrem Salih herwesa behsa bandora wê peymanê li ser bajarê Kobaniyê jî kir û ragihand: Heke ew peyman bi tevahî bê bicîhanîn, hêzên Hikûmeta Sûriyeyê dê ji derdora Kobaniyê vekişin û birêvebirin û parastina bajaran dê di destê hêzên ewlehiyê de be.