Tevgera Hîkmeyê: Malikî li ser pêşniyara vekişînê razî bûye

Nûrî Malikî
Nûrî Malikî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsekê payebilind ê Tevgera Hîkmeyê senaryoya vekişîna Nûrî Malikî ji berbijariya serokwezîriyê eşkere kir û ragihand ku, Malikî razî bûye ku vekişe. Herwesa haydarî da ku, heke Kurd li ser mijara Serokkomarê Iraqê li hev nekin, Çarçoveya Hevahengiyê dê bi parvebûna dengên xwe biçe Parlamentoyê.

Endamê Mekteba Bicihanînê ya Tevgera Hîkmeyê Sebah Salihî îro (Sêşem, 10ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, di civîna dawiyê ya Çarçoveya Hevahengiyê de vekişîna Nûrî Malikî hatiye pêşniyarkirin.

Sebah Salihî eşkere jî kir ku, senaryo ew e ku Nûrî Malikî bi rengekê fermî posta serokwezîriyê werbigire û di dû re bi dilxwazî vekişe, ne ji ber nerazîbûn û daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump. Li gorî zanyaran jî, Nûrî Malikî bi vê pêşniyarê razî bûye.

Endamê Mekteba Bicihanînê ya Tevgera Hîkmeyê ron jî kir ku, Çarçoveya Hevahengiyê niha li benda sivikbûna aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de ye û naxwaze pêngavekê biavêje ku bibe sedema zêdetir tevliheviyan.

Navbirî di derheqa posta Serokkomar de jî tekez kir ku, paşkeftina hilbijartina Serokkomar ne tenê bi Kurdan ve girêdayî ye, belkî bi aliyên Şîe re jî têkildar e, ku dixwazin zêdetir dem ji bo biryardanê hebe.

Sebah Salihî herwesa ragihand ku, wan ji aliyên Kurdistanî re gotiye ku li hev bikin, heke ne, Çarçoveya Hevahengiyê dê di dema dengdana ji bo berbijarê Serokkomar de li ser du bereyan bê parvekirin.