Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser sê mijarên giring dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive. Di civînê de mijarên serjimêrî, budçe, dosyayên girtiyên siyasî û para xwarinê ya welatiyan tên gotûbêjkirin.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 11ê Sibatê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî rûniştina xwe ya asayî pêk tîne. Li gorî agahiyan, rojeva civînê ji sê mijarên sereke pêk tê:

Mijara yekem a civînê, encamên serjimêriya giştî ya Iraqê ye ku di mijdara 2024an de hatibû kirin. Li gorî encamên fermî, rêjeya nifûsa Herêma Kurdistanê (ji bilî navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê) wekî 14.1% hatiye diyarkirin. Encûmena Wezîran dê li ser mekanîzmayên pabendkirina hikûmeta federal bi van encaman bixe rojeva xwe, da ku para budçeya Herêmê li ser vê bingehê were diyarkirin.

Mijara duyem, pesendkirina peymana hevbeş a navbera Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalbûyan û Dezgeha Girtiyên Siyasî ya Iraqê ye. Ev peyman di mijdara 2025an de hatibû îmzekirin. Armanc ew e ku dosyayên girtî û girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, li gorî madeya 132 ya Destûrê û Yasaya Hejmar 10 a sala 2025an, werin yekxistin û bo dezgeha federal werin veguhastin.

Mijara sêyem a civînê, pêşniyara Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya derbarê dravê para xwarinê ya mehane de ye. Di vê çarçoveyê de, dê li ser çareserkirina deynên komkirî yên dravê para xwarinê yên salên 2004 heta 2022an, ku ji aliyê Wezareta Bazirganî ya Federal ve tê dabînkirin, biryar were dayîn.