Hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê otomobîleke mûşekhavêj rûxandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê li sînorê Xazirê otomobîleke mûşekhavêj têk birin, ku grûpên çekdar dixwestin bi rêya wê êrîşî ser Herêma Kurdistanê bikin.
Jêdereke agahdar ji Kurdistan24ê re ragihand, şeva borî Çarşemê 4ê Adarê, derdora saet 20:00ê şevê, grûpên milîsên Iraqî otomobîlek anîn nêzîkî sengerên Pêşmerge li mihwera Xazirê. Piştî avêtina mûşeka yekem ber bi bajarê Hewlêrê ve, cihê otomobîlê li quntara çiyayê Zertikê hat destnîşankirin.
Wî jêderî bal kişand ser wê yekê ku hêzên Pêşmerge bi çekê Doşka gule berdan ser wê otomobîlê û her li wir bi temamî hat rûxandin.
Herwiha aşkere kir, piştî nîvroya îro Pênşemê 5ê Adara 2026an, hêzeke artêşa Iraqê gihîşt cihê bûyerê û bermayiyên otomobîlê û mûşekan veguhestin.
Ev yek di demekê de ye, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro ew êrîşên ku rojane li ser Herêma Kurdistanê tên kirin şermezar kirin û ew wek 'êrîşên tirsonek' pênase kirin.
Hewramanî daxwaz ji hikûmeta federal û civaka navdewletî kir ku êrîşên li ser Herêma Kurdistanê rawestînin û kar ji bo parastina ax û gelê Herêma Kurdistanê û herêmê bikin.